Wezareta Elektrîkê ya Îraqê: Sedema qutbûna elektrîkê Dana Gas e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Elektrîkê ya Îraqê ragihand ku hinartina gaza Îranê ya ji bo stasyonên hilberîna elektrîkê ranewestiyaye.

Wezaretê destnîşan kir ku rawestandina gaza şirketa Dana Gasê bandor li kêmbûna demjimêrên elektrîkê kiriye.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Mûsa ragihand, "Ji ber wê rewşa neasayî û şerê ku li herêmê heye, şirketa Dana Gasê hinartina gaza xwezayî ya ji bo stasyonên hilberîna elektrîkê rawestandiye.

Vê yekê jî bandoreke rasterast li elektrîka Îraqê kiriye."

Hilberîna elektrîkê kêm bûye

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê derbarê asta hilberîna elektrîkê got:

"Çend yeke û stasyonên me ketin bin bandora vê biryarê. Ji ber vê yekê jî hilberîn kêm bûye.

Niha şiyana hilberîna elektrîkê li Îraqê 18 hezar û 500 megawatt e."

Pêdiviya Îraqê di demsalên serma û germayê de bi hilberîna zêdetirî 60 hezar megawattî heye.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Elektrîkê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 28ê Sibata 2026an daxuyaniyeke hevpar belav kiribû.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "Ji ber wê rewşa neasayî û şerê ku li herêmê rû daye, şirketa Dana Gasê hinartina gaza xwezayî ya ji bo stasyonên hilberîna elektrîkê rawestand.

Ji ber vê yekê, dê şiyana hilberîna elektrîkê bi qasî 2500 heta 3000 megawattî kêm bibe."

Rewşa gaza Îranê

Gaza Îranê yek ji çavkaniyên sereke yên sotemeniyê ye ji bo stasyonên Îraqê.

Li ser mijara gaza Îranê jî Ehmed Mûsa ragihand: "Hinartina gaza Îranê ya ji bo Îraqê ranewestiyaye û wekî xwe ye.

Proseya hinartinê jî bi rêya boriyên hevpar ên navbera her du welatan pêk tê."

Îranê 24ê Kanûna Paşîn a 2025an hinartina gaza xwe ya ji bo Îraqê rawestandibû.

Lê belê 26ê Sibata 2026an hinartina gazê bi qebareya 7 milyon metre sêcayî di rojekê de dîsa dest pê kir.

Îraq ji bo xebitandina stasyonên hilberîna elektrîkê pişta xwe bi gaza hawirdekirî ya Îranê û gaza navxweyî girêdide.

Her cure pirsgirêk yan xirabûnek di van çavkaniyan de, dibe sedema kêmbûna demjimêrên pêdana karebaya niştimanî ya ji bo welatiyan.