Nêçîrvan Barzanî li ser kuştina Xamineyî peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji ber kuştina Elî Xamaneyî sersaxî da gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê û got, "Em hevsoz û hevxemên we ne."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî peyameke sersaxiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
"Ji ber şehîdketina xwedêjêrazî Ayetulah Elî Xamaneyî, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û zanyarê olî yê navdar, em ji gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê re sersaxiyeke kûr dixwazin. Em hevsoz û hevxemên wan in."
Banga li civaka navneteweyî
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir, "Di vê dema dijwar de, em tekezî li ser girîngiya parastina aramî û aştî û çareserkirina pirsgirêkan a bi awayekî aştiyane dikin."
Nêçîrvan Barzanî bangî civaka navneteweyî jî kir û got:
"Bila civaka navneteweyî ji bo rawestandina şer û pevçûnan û vegerandina aramiyê ya li herêmê, erkê xwe bi cih bîne."
Peyama Nêçîrvan Barzanî
Peyma Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:
"Ji ber şehîdketina xwedêjêrazî Ayetulah Elî Xamaneyî, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û zanyarê olî yê navdar, em ji gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê re sersaxiyeke kûr dixwazin. Em hevsoz û hevxemên wan in.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û aramî û sebirê bide hemûyan.
Di vê dema dijwar de, em tekezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê û çareserkirina pirsgirêkan a bi awayekî aştiyane dikin.
Ji bo vê mebestê, em bangî civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina şer û pevçûnan û vegerandina aramiya li herêmê, erkê xwe bi cih bîne."