Seraya Ewliya ya Demê êrişên li Hewlêrê li xwe girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Koma bi navê "Seraya Ewliya el-Dem" ku xwe wekî parçeyekî ji "Berxwedana Îslamî" pênase dike, berpirsyariya êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê girt ser xwe.
Seraya Ewliya el-Demê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan êrişeke "berfireh" li dijî xalên leşkerî yên Amerîkayê yên li Hewlêrê pêk aniye.
Komê diyar kir ku di êrişê de li gel gelek dronan, cara ewil mûşekên cureyê "Qarî" hatine bikaranîn.
Parçeyên dronan li navenda bajêr ketin
Bi sîstemên parastina asmanî yên li balafirgehê piraniya dronan li hewayê hatin têkbirin.
Lê belê parçeyên dronên ku hatin têkbirin li xalên stratejîk ên bajêr ketin.
Parçeyekî ku li ser Cadeya 120 Metreyî ya Hewlêrê ket, bû sedema çêbûna çaleke kûr li ser rê.
Agirê ku piştî êrişê li zeviyên vala yên derdora balafirgehê derketibû ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat kontrolkirin.
"Tola Xamineyî"
Koma Seraya Ewliya el Demê sedema êrişê bi awayekî eşkere ragihand.
Komê diyar kir ku ev êriş bi armanca tolhildana Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hatiye kirin ku 28ê Sibatê di êrişa asmanî ya hevpar a Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin.