Ciwanên Rojavayê Kurdistanê daxwaza lihevkirinê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Rojavaya Kurdistanê li paytexta Herêma Kurdistaê Hewlêrê daxwaza lihevkirinê ji aliyên siyasî kirin.
Îro li bajarê Hewlêrê li Parka Şaneder, çalakvanên mûbadereya ciwanên Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe kirin.
Di çalakiyê de, ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê xwestin, li hev bikin , lêvegereke siyasî ava bikin, herdu hêzên YPGê û Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di bin nav artêşeke niştîmanî ya Kurd de bibin yek û bi şandeke serbixwe Kurd biçin Jenêvê.
Herweha li Ewropa jî çalakiyên ciwanên wê mûbadereyê destpêkiriye û îro li Almanya û Birîtanya jî çalakî birêve çûn.
Hewiha biryar e bi hemen dawazan sibe li bajarê Almanyayê Kolnê jî dê xwepêşandeke girseyî were lidarxsitin.