17 Photos
Çoman (Rûdaw) – Roja Înê 31-03-2017, Sêyemîn Festîvala Serkêşiya Nav Berfê ya Balekatiyê li bajarokê Hecî Omrana navçeya Çomanê dest pê kir. Armanca festîvalê zêdetir nasandinê cihên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê bû.
Herêma Balekayetî dikeve bakûrê rojhilatê Hewlêrê. Navenda vê herêmê navçeya Çomanê ye û Çiyayê Helgurd ku çiyayê herî bilind ê Başûrê Kurdistanê ye, li vê herêmê ye. desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê plan dide di paşerojê de zêdetir giringî bide vê herêmê.