Li Herêma Kurdistanê ji bo berdana girtiyan komîteyek hat avakirin

Hewlêr (Rûdaw) – LiHerêma Kurdistanê kar li ser azadkirina beşeke zîndaniyan û derxistina lêborîneke giştî yan azadkirina mercdar tê kirin û bi vê armancê jî komîteyek hatiye avakirin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed aşkere kir, ku di plana wan de heye ku hejmarek  girtiyan berdin.

Rêber Ehmed roja bihorî di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê diyar kir, Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê komîteyek bo nirxandina rewşa girtiyan pêk aniye.

Ew komîte ji Wezaretên Navxwe, Kar û Karûbarên Civakî, Dozgerê Giştî û Asayişa Herêma Kurdisatnê pêk tê.

Li gor agahiyan, komîteya navbirî dê kar bikin bo dîtina mekanîzmekê bo azadkirina beşeke girtiyan.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, berdana zindaniyan yan dê bi derxistina lêborîneke giştî yan azadkirina mercdar be.

Ew komîte pêşiniyarên xwe pêşkêşî serokê herêma Kurdistanê dikin.

Derxistina yasaya lêborîna giştî ji desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê ye.

Rêber Ehmed ragihand, berdana girtiyan, tawanbarên terorê, kuştin, madeyên hişber û sîxoriyê li xwe nagire.

Karkirin li ser berdana hejmarek ji girtiyan û pêkanîna komîteyek ji bo vê yekê li Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine, gihîştiye 176 kesan.