Nêçîrvan Barzanî Cejna Ekîtoyê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî Sersala Nû ya Babîlî-Aşûrî û Cejna Ekîtoyê ya Kildan, Aşûrî û Suryaniyên li Îraq, cîhan û Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê Cejna Ekîtoyê got:

“Cejna Ekîtoyê nîşana kûrahiya dîrokî û şaristaniya yekê ji pêkhateyên resen û dêrîn ên welatê me ye.”

“Herêma Kurdistanê dergûşa bihevrejiyanê ye”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser çanda bihevrejiyanê ya Lİ Herêma Kurdistanê û anî zimên:

“Herêma Kurdistanê wekî her tim, dê ji hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî re niştimana pirrengî û dergûşa bihevrejiyana aştiyane û lêborînê bimîne.”

Li gorî daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, peyama Nêçîrvan Barzanî ev e:

“Sersala nû ya Babîlî-Aşûrî (6776) û cejnên Ekîtoyê, bi germî li xwişk û birayên Kildan, Aşûr û Siryan ên li Herêma Kurdistanê, Îraqê û tevahiya cîhanê pîroz dikim.

Hêviya cejn û bêhnvedaneke şad û aram ji wan re dixwazim.

Cejna Ekîtoyê ya ku nîşana kûrahiya dîrokî û şaristaniya yekê ji pêkhateyên resen û dêrîn ên welatê me ye, her tim derfeteke ducarekirina pêbendiya me ya mayînde ye ji bo parastina wekhevî, maf û azadiyan.

Herêma Kurdistanê wekî her tim, dê ji hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî re niştimana pirrengî û dergûşa bihevrejiyana aştiyane û lêborînê bimîne.

Di vê dema ku ji ber rewşa şer a li herêmê rêûresm nayên encamdan de hêvîdar im ev cejn bibe çavkaniya aramî û tenahiyê û sedema xurtkirina zêdetir a tebayî û bihevrejiyana navbera hemûyan.

Cejna Ekîtoyê li her kesî pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

1ê Nîsana 2026an"