Li Hisîçayê teqîn: Zarok jî di nav de 6 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li dikaneke li taxa Ezîziyê ya bajarê Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.
Di teqînê de zarok jî di nav de 6 kes mirin.
Li gorî agahiyên ku ANHAyê ji çavkaniyên herêmî, teqîn li Kolana El-Xezelê ya taxa Ezîziyê pêk hatiye.
Hat ragihandin ku teqîn li dikaneke xurdefiroşiyê ji ber mayîneke kevn çêbûye.
Mayîna kevn dema ku li dikanê bûye ji nişka ve teqiyaye.
6 kesên ji heman malbatê mirin
Çavkaniyên herêmî da zanîn ku her 6 kesên ku di teqînê de mirine endamên heman malbatê ne.
Hat diyarkirin ku di nav miriyan de zarok jî hene.
Her wiha kesek jî di bûyerê de birîndar bûye û ew ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê.
Piştî bûyerê Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) çûn herêmê û tedbîrên ewlehiyê girtin.
Li ser hûrgiliyên bûyerê û sedema hebûna mayînê ya li dikanê lêpirsîn didome.
#VÎDEO - Li Hisîçayê 6 kes bi teqîna mayînekê mirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 1, 2026
💢 Li taxa Ezîziyê ya Hisîçayê li dukana xurdefiroşekî mayîneke kevn teqiya
💢 Di teqînê de ji heman malbatê 6 kes mirin û kesek jî birîndar bû pic.twitter.com/RM3GlU88dE