Heta niha bi 549 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.
Li gorî şopandina Rûdawê, heta wekî vê kêliyê bi 549 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û piranîya van êrişan li Hewlêrê bûne.
Ji destpêka şer (28ê Sibatê) ve heta îro bi mûşek û dronan zêdetirî 425 êrişan li Hewlêrê hatine kirin.
Êrişên bi mûşek û dronan ên li Silêmaniyê ji 100î derbas bûne.
Her wiha bi 18 dron û mûşekan êrişî Dihokê hatiye kirin.
Li Helebceyê jî di êrişekê de 2 dron hatine bikaranîn.
Êrişên herî dawî
Îro çavkaniyekî bilind ê hikûmetê ji Rûdawê re got, "Ji doh bi şev ve heta berbangê îro, bi 21 dronan êrişî Hewlêrê hatiye kirin."
Li gorî lêkolîna Rûdawê, pêla herî dawî ya li ser Hewlêrê doh demjimêr 23:20an dest pê kir.
Tenê di nav 10 xulekan de, 8 dron li asmanê Hewlêrê hatin teqandin.
Îro demjimêr 00:24an jî 2 dronên din jî li asmanê Hewlêrê hatin teqandin.
Dronên din ji demjimêr 00:30yî heta derketina rojê li asmanê Hewlêrê hatin teqandin.
Di encamê de zererên madî gihîşt çend mal û avahiyên xelkê.
Li gorî çavkaniyên Rûdawê, îro ji demjimêr 07:00ê sibehê heta 10:30yî, bi 4 dronên din êrişî Hewlêrê hatiye kirin.
Ew dron jî li asman hatin têkbirin.
Her wiha berpirsekî ewlehiyê yê li Îdareya Serbixwe ya Soranê ji Rûdawê re axivî.
Wî da zanîn ku doh bi şev 3 dron li sînorê navçeya Xelîfanê ketine xwarê.
Wî destnîşan kir ku di êrişê de zererên canî nebûne.
Tevahiya amaran
Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta nîvroya îro bi 549 dron û mûşekan êrişî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di vê demê de 428 dron û mûşek ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatine avêtin.
101 dron û mûşek ber bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatine avêtin.
Her wiha 18 dron li parêzgeha Dihokê û 2 dron jî li sînorê parêzgeha Helebceyê ketine xwarê.
14 kesan canê xwe ji dest da
Li gorî amaran, di encama êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest da û 91 kes jî birîndar bûn.
Ji wan kesên ku canê xwe ji dest da, 6 kes pêşmergeyên Fermandariya Herêma 1ê bûn ku li navçeya Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê şehîd bûn.
Kesek karmendê Asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû û şehîd bû.
Her wiha 6 kes Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku 2 li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li navçeya Başîkê ya Nînowayê şehîd bûn.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên komkirî yên Rûdawê, hinek ji birîndaran ev in:
30 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yek ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Hewlêrê, 3 Pêşmerge û 2 nobedarên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê.
Her di nava birîndaran de nobedarekî Otela Tîtanîcê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Şaristaniyê yên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yê û polîsek jî hene.
Ji birîndaran 18 kes sivîl in.
Ji wan sivîlan kesek kuryeyê daxwaziyan ê li Hewlêrê bû, kesek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê, perestarek li Kampa Azadiyê ya Koyeyê, 3 sivîlên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zewiya Spî ya Koyeyê, zarokek li taxa Qelawayê ya Silêmaniyê, 2 welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê û 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.
Herwiha 2 xwendekar li navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn.
31ê Adarê 3 xortên din jî li Hewlêrê birîndar bûn.
Herêmên ku hatine bombebarankirin
Parêzgeha Hewlêrê
Dron û mûşek li van navçe û taxan ketine xwarê:
Balîsan, Xebat, navçeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewiya Spî, Kampa Cejnîkanê, Kaniya Qirjalê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekîneyên Pêşmerge.
Parêzgeha Silêmaniyê
Navenda Silêmaniyê, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qelawa, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirguwêzê, gundê Zirguwêzeleyê, navçeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, Hêzên 70yî yên Pêşmerge, taxa Taslûceyê, Çiyayê Zimnakoyê û baregeha Pêşmerge.
Parêzgehên Dihok û Helebceyê
Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, sînorê Akrê, sînorê navçeya Bicîlê, sînorê qezaya Berdereşê û taxa Maltayê.
Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinruwê jî ji wan cihan bûn ku hatine bombebarankirin.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.