Serok Barzanî Cejna Ekîtoyê li Xiristiyanan pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ji bo hatina Cejna Ekîtoyê, peyameke pîrozbahiyê ji pêkhateyên Kildan, Siryan û Asûr re şand û hêvî xwest ku şer û alozî ji herêmê dûr bikevin.
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li “xwişk û birayên Kildan, Siryan û Asûr yên li Kurdistan, Îraq û seranserê cîhanê kir.”
Serok Barzanî di peyama xwe de xweşî û bextewerî ji wan re xwest û ragihand:
"Di vê boneyê de hêvîdar im şer û alozî ji herêma me dûr bin û aştî, xêr û xweşî bi ser hemû cîhanê de serdest be."
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina Cejna Ekîtoyê, ez pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kildan, Suryan, Asûr ên li Kurdistan, Îraq û seranserî cîhanê dikim û hêviya xweşî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.
Di vê boneyê de hêvîdar im şer û alozî ji herêma me dûr bin û aştî, xêr û xweşî bi ser hemû cîhanê de serdest be.