Donald Trump êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişa dronî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Trump her wiha êrişên din ên li ser Herêma Kurdistanê jî şermezar kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek da.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku wî îro bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Peyama Trump a şermezarkirinê
Tom Barrack di wê pêwendiya telefonî de, peyama Donald Trump gihand Nêçîrvan Barzanî.
Trump di peyama xwe de li ser êrişên li dijî Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ya kûr nîşan daye.
Wî ew êriş bi tundî şermezar kirin.
Li gorî zanyariyan, Donald Trump di peyama xwe de bi taybetî bal kişand ser êrişa bi dronê ya li Dihokê.
Trump destnîşan kir ku armanckirina cihên sivîlan û serokên herêmê nayê qebûlkirin.
Tê nûkirin...