Li Rojhilatê Kurdistanê zererên şer: 599 avahî bi temamî rûxiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Di 33 rojên şer de li Rojhilatê Kurdistanê 599 xanî û dukan bi temamî rûxiyan.
Li gorî amara herî nû ya ku Navenda Pêywendî û Agahdariyê ya Wezareta Rê û Bajarsaziyê ya Îranê belav kiriye, di nav 33 rojên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zerer gihîştiye 39 hezar û 101 xanî û dukanan.
Li gorî wê amarê, ji wê hejmarê 599 xanî û dukanan ên li her 5 parêzgehan bi temamî rûxiyane.
Parêzgeha ku herî zêde zerer dîtiye: Kirmaşan
Li gorî amarê, di nav van 33 rojan de parêzgeha Kirmaşanê herî zêde zerer dîtiye.
Ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê zerer gihîştiye 13 hezar û 267 xanî û dukanan û ji wê hejmarê 81 xanî bi temamî rûxiyane.
Rewşa li parêzgehên Sine û Îlamê
Derbarê zererên parêzgeha Sineyê di amarê de hatiye diyarkirin ku ji ber bombebaranan zerer gihîştiye 8 hezar û 407 xaniyan û 135 xanî bi temamî rûxiyane.
Li gorî amara Wezaretê, li parêzgeha Îlamê zerer gihîştiye 6 hezar û 991 xanî û dukanan û 187 xanî bi temamî rûxiyane.
Zererên li Urmiye û Loristanê
Derbarê parêzgeha Urmiyeyê jî di amarê de hatiye gotin ku zerer gihîştiye 5 hezar û 961 xanî û 84 xanî bi temamî rûxiyane.
Her wiha li parêzgeha Loristanê jî di nav wan 33 rojan de zerer gihîştiye 4 hezar û 475 xanî û dukanan û 121 xanî bi temamî rûxiyane.
Şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê 28ê Sibata 2026an dest pê kir û heta niha jî didome.
Balafirên şer bi berdewamî êrişî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dikin.
Heta niha derbarê hejmara mirî û birîndarên sivîl ên li her 5 parêzgehan ti amarên rast nînin.