VÎDEO - Mîtînga roja Karkeran li Amedê

01-05-2017
RÛDAW
Di roja cîhanî ya Karkeran de li Amedê çalakî birêve çûn
Di roja cîhanî ya Karkeran de li Amedê çalakî birêve çûn
Nîşan Amed Roja Cîhanî ya Karkeran 1ê Gulanê HDP Feleknaz Uca
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Yekê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê li bajarên Bakurê Kurdistanê, bi taybet Amed, Wan û Erziromê bi girseyî hate pîrozkirin. Karkerên ku tevli mitîngan bûn, ji hikûmetê xwestin dev ji karavêtina karker û fermanbaran berde û heqdestekî wekhev bide kedkaran. 

 

Yekê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê di serî de li Amedê, li bajarê Wan, Erzirom û gelek bajarên din bi mitîng û daxuyaniyên çapemeniyê hate pîrozkirin. 

 

Mitînga Amedê ya karkeran ji aliyê Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê KESK'ê ve hate lidarxistin. Endam û nûnerên gelek sendîkayan di mitîngê de amade bûn û roja xwe pîroz kirin.

 

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di mitîngê de amade bûn.

 

Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknaz Uca di mîtîngê de li ser Roja Cîhanî ya Karkeran axivî û behsa rewşa karkerên Kurd li Tirkiyê kir.

 

Feleknaz Uca got: “Ji Kurdistanê bi destpêka buharê re gelek karkerên demsalî ji bo xebatê diçin bajarên Tirkiyeyê. Di şertên herî giran de, bi erzanî têne xebitandin. Her roj ji devereke Tirkiyeyê nûçeyên qezaya karkeran derdikeve. Ev jî nîşan dide ku jiyana karker û kedkaran li vî welatî herdem di xetereyê de ye.”

 

Di mitîngê de, bi dehan hezar karmend û fermanberên ku bi Biryarnameya Erka Qanûnê de ji kar hatin avêtin rojeva sereke bû. Yek ji wan kesên ji kar hatibû avêtin jî Rêveberê Odeya Yekitiya Bijîşkan Şêxmûs Gokalp e. Wî jî daxwaza vegera kar kir. 

 

Endamê Komîteya Amadekar a Mitînga 1ê Gulanê Şêxmûs Gokalp jî ji Rûdawê re diyar kir: “Gerek ew hevalên me îro vegerin ser karên xwe. Divê dawî li Biryarnameya Di Erkê Qanûnê de bê anîn û hikûmet nema karker û kedkaran ji kar bavêje.”

 

Di mitînga Amedê de trans jî hebûn, ermen jî. Endamên partiyan jî hebûn, cotkar û karker jî. Hemûyan jî daxwaza heqdestekî baş kir û xwestin mafên karker û kedkaran neyê xwarin. 

 

Mitînga Amedê li gorî salên berê girseyî nebû. Li gorî sendîkavanan sedema vê yekê tirsa jikaravêtina karker û kedkaran bû. Lê beşdarên mitîngê digel her tiştî jî li ber muzîkê li gorî dilê xwe reqisîn û govend gerandin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst