Şasiwar Ebdulwahîd: Tiştê li hember Nifşê Nû tê kirin senaryo ye
Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dilniya dike ku dest ji zextên xwe bernadin û dibêje: “Di nav tevgera me de kesên ji PDK û YNKê hebûn û beşek ji parlementer û xelkê me yê bêtecrube û feqîr jî bi mebest an bê mebest ketine pey wan.”
Şasiwar Ebdulwahîd di konferanseke rojnamevanî de diyar kir ku tiştê li hember tevgera wan hatiye kirin, senaryo ye, eger dikarin bila li ber dadgehê îsbat bikin.
Ebdulwahîd amade nebû li ser gotinên parlementera partiya xwe Şadî Newzad bersiv bide rojnamevanan, lê amaje bi wê yekê kir ku madeya 2 ya telefonê madeyeke asayî ye û pêwîstî bi asayişê nîne, bi polîsan ve girêdayî ye û got: “Du polîs bila werin em dê her tiştî bidin, êdî ev hêznîşandan ji bo çi ye?”
Şasiwar Ebdulwahîd dibêje, gumana wan tine ku di tevgera wan de hinek kes li gel PDK û YNKê rûniştine û bi gotina wî "ji aliyê desthilatê ve hatine kirîn".
Serokê Tevgera Nifşê Nû dibêje: “Gumana me tine ye ku di nav Nifşê Nû de çend kes hebûn ku ev tişt kirin, hatine kirîn û rûniştinên wan ên nepenî li gel PDK û YNKê hebûn li Hewlêr, Bexda û Silêmaniyê, hinek parlementer û xelkê me yê bêtecrube û feqîr û dilpak jî bi mebest an bê mebest ketine pey wan.”