Ji bo Riha, Amed, Mêrdîn, Colemêrgê hişyarî!

Rûdaw - (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 16 bajaran bayê xurt, bahoza bayî û toz tê payîn.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê sibe li derdora Wan, Colemêrg, Bedlîs, Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê bahoz rabe û toz bibare.

Meteorolojiyê da zanîn ku ji ber bayê xurt û bahozê, pêwîst e ku li hemberî astengiyên wekî rawestîna hat û çûnê, hilweşîna dar û dîrekan, firîna banên xaniyan û rabûna tozê welatî baldar û tedbîrdar bin.

Li aliyê din, tê pêşbînîkirin ku rabûna tozê dê sibe dest pê bike û  heta derengê şevê bandora xwe li Xarpêt, Dêrsim, Çewlîg, Riha, Amed, Mêrdîn,Êlih, Sêrt, Şirnex, Wan, Bedlîs û Colemêrgê bike.

Her wiha ji ber li piraniya bajarên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî toz dibare.

Li gorî zanyariyan çûn û hatin zehmet bûye û rêyên sereke hatine girtin.