Li Dêrsimê ba û bahozê banên xaniyan firandin

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ba û bahoza bihêz banên çend xaniyan firandin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar Gozlu ragihand ku îro li parêzgeha Dêrsimê ba û bahozeke bihêz rabû.

Ji ber ba û bahozê li navenda bajêrê Dêrsimê û navçeyên Mêzgor û Qisleyê banê hinek xaniyan firiyan.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu çend xanî û malên ku banên wan firiyane ziyaret kirin û ji rayedaran derbarê zerer û ziyanan zanyarî wergirtin.

Her wiha li Dêrsimê û navçeyên wê baraneke gûr jî  bariya.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê dê ba û bahoz û baran roja înê jî li Dêrsim û navçeyên wê bidome.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya ji bilî Dêrsimê ji bo parêzgehên  Wan, Colemêrg,   Bedlîs,  Çewlig, Êlih, Sêrt, Şirnex,  Mêrdîn û Rihayê jî hişyariya ba, bahoz, baran û tozbarînê da.