Li Hisîçayê çûn û hatina motorsîkletan hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a herêma Hisîçayê li ser qedexekirina trafîka motorsîkletan daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê diyar kir ku wan li ser bingeha berpirsyariya neteweyî û exlaqî ya ji bo parastina aştiya sivîl ev biryar standiye.

Hêzên ewlehiyê ragihand ku wan di demên dawî de di bikaranîna motorsîkletan de gelek binpêkirin dîtine.

Li gorî daxuyaniyê, motorsîklet ji bo gulereşandina bêserûber, birîndarkirina sivîlan û çalakiyên neyasayî tên bikaranîn ku gefê li aramî û ewlehiya civakê dixwin.

Biryarên hatine wergirtin

Fermandariyê ji bo parastina jiyana welatiyan ev biryarên li xwarê ragihandin:

  • 1-Li nav bajarê Hisîçayê çûn û hatina her cure motorsîkletên sivîl û leşkerî bi temamî qedexe ye.
  • 2-Ev biryar ji niha ve ket meriyetê û li gorî rewşa ewlehiyê heta daxuyaniyeke din dê bidome.
  • 3-Li dijî kesên ku vê biryarê binpê bikin dê bêyî îstisna tedbîrên qanûnî yên tund werin standin.
  • 4-Em dê dest deynin ser motorsîkletên ku binpêkirinê bikin û xwediyên wan jî werin cezakirin.

Banga ji bo welatiyan

Fermandariya Giştî destnîşan kir ku ev tedbîrên awarte ji bo parastina bajêr û rêlibergirtina têkderan hatine standin.

Hêzên ewlehiyê bangî hemû welatiyan kir ku bi hêzên ewlehiyê re di nava hevkariyê de bixebitin ku aramî û aştî li seranserî Hisîçayê were parastin.