Li Êlihê di malekê de termên 2 kesan hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di malekê de termên 2 kesan ên şewitî hatin dîtin.
Bûyer êvara pêncşemê li taxa Bahçelîevlerê ya navenda bajarê Êlihê çêbû.
Li gorî agahiyan, dema welatiyan dît ku ji qata sêyem a avahiyekê dû bilind dibe, wan tîmên agirvemirandinê, tenduristiyê û polîs ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîm çûn cihê bûyerê û piştî ku derî şikand ketin hundirê malê.
Tîman di malê de termên Sureyya Î.ya 45 salî û Metîn E.yê 52 salî dît ku ji ber şewatê mirine.
Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê termên her du kesan ji bo kar û barên otopsiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.