RIHA - Ji bo malê dinyayê 2 zirbirayên xwe kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ji bo zeviyan 2 zirbirayên xwe kuştin.
Bûyerê li gundê Civinê yê Bêrecûkê ji ber pirsgirêka erd û zeviyan rû da.
Li gorî agahiyan, di navbera Ahmet K. (47) û zirbirayên wî Sabrî K. (44) û Hamza K. (35) de nîqaş derket.
Ew nîqaş di demeke kurt de veguherî pevçûna bi çekan.
Di pevçûnê de Sabri K. û Hamza K. bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her du birayên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.
Lê belê tevî her du bira li nexweşxaneyê mirin.
Cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê standin.
Her wiha li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.