Parêzer Çîmen: Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de agahî nayên dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Gulistan Dokuyê Alî Çîmen got, "Belgeyên îfadeyên gumanbaran nadin parêzerên malbatê. Ma em vegeriyan seriyê pêşî?"
Gulistan Doku xwendekara Zanîngeha Munzurê bû û 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê “winda” bûbû.
Piştî 6 salan di lêpirsîna li ser kuştina wê de bipêşketinên nû çêbûn û 12 kes hatin girtin.
Di nav kesên girtî de parêzgarê wê demê Tuncay Sonel jî heye.
"Daxwazên me bêbersiv dimînin"
Lêpirsîn didome lê parêzerê malbatê Alî Çîmen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku li ser lêpirsînê agahî nadin wan.
Çîmen diyar kir ku Serdozgeriyên Dêrsim û Erziromê lêpirsînê bi rê ve dibin.
Alî Çîmen destnîşan kir ku wan gelek caran bi nivîskî serî lê daye û got:
"Serlêdanên me hene lê daxwaza me ya ji bo dîtina îfadeyên gumanbaran û raporên pisporan bêbersiv dimînin.
Îfadeyên gumanbaran nadin parêzerên malbatê."
"Dilgiraniya darizandineke sînordar"
Parêzer Çîmen ragihand ku ev rewş dibe sedema gumanan û li pey çû:
"Ev kiryar dilgiraniya li ser darizandineke teng û sînordar zêde dike. Ma ji ber daxwazên ku bêbersiv dimînin, em dîsa vegeriyan seriyê pêşî?"