Turgay Turker: Pêwîstiya Rûsya bi petrola Kurdistanê heye
Hewlêr (Rûdaw) - Aborînasê Tirkiyê Turgay Turker li ser serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Rûsya ragihand, ew yek dide nîşandan, ku pêwîstiya Rûsyayê jî bi petrola kurdan heye û dê di warê siyasî û aborî de jî gelek destkevtan bi xwe re bîne.
Aborînasê Tirkiyê Turgay Turker îro pêncşembiyê 1ê Hezîranê beşdarî bûlteneke nûçeyan a televizyona Rûdawê bû û serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Rûsya şirove kir û nirxandinên xwe li ser wê serdanê pêşkêş kir.
Turgay Turker ragihand, ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Rûsya û îmzakirina rêkevtinan gaveke pir giring e û ev dide xuyakirin, ku pêwîstiya Rûsyayê jî bi Petrola kurdan heye û dê di warê siyasî û aborî de jî gelek destkevtan bi xwe re bîne.
Turker da xuyakirin: “Ev kempîneke gelek giring e, serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û du wezîrên kabîneya wî bo Rûsya û pêkanîna civîn û îmzakirina girêbsta petrolê bo salên 2017 û 2019 li gel Rûsyayê, pêngaveke pir mezin e. Ev jî tê wê wateyê ku Rûsya jî tê nav refa wan welatên Asya û Ewropa ku pêdiviya wan bi petrola Kurd heye û xwasteke zêde li ser wê petrolê hene, di demekê de ku Rûsya derfet û şiyana parzûnkirin û bi kar birina wê heye, ew jî dibe sedem ku ew prose hestiyartir, giringtir û watedartir be.”
Herwiha Turgay Turker diyar jî kir, ku ev pêngava Herêma Kurdistanê û beşdarbûna di korbenda aboriyê de, dê ji Herêma Kurdistanê re destkevtên siyasî û aborî bi xwe re bîne û pêşketina peywendiyên li gel Rûsya, dê nerehetiyên Îranê yên li hemberî Herêma Kurdistanê jî kêm bike û herwiha dikare li Sûriyê jî rola Herêma Kurdistanê hebe.
Turker li ser vê yekê wiha got:
“Li Rojhilata Navîn cîheke gelek girîng a petrolê heye, eger em li pêngava Herêma Kurdistanê binêrin, dibînin ku bi derketina DAIŞê û şerê li dijî wê rêxistinê re Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê dahata wê petrolê di şerê li dijî DAIŞê de bi kar bînin. Vê yekê wisa kir, ku her çend hikûmeta navendî ya Iraqê jî dijber bû, neçar ma ku li hemberî vê pêngavê nerm be û ev pêngaveke gelek girîng bû. Dema ku Herêma Kurdistanê piştî van rêkevtinan dahata xwe bi dest xist, dê peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û cîhanê jî xurttir bibin. Eger ku peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Rûsyayê re baştir bibin, dê nerehetiyên Îranê yên li hemberî Herêma Kurdistanê jî kêm bibin. Eger Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe li gel Rûsyayê xurttir bike, derfeta wê yekê çêdibe ku bi Rûsyayê re li Sûriyê bandoreke xwe jî hebe.”