Erebên Gulale hewla derkirina Kurdan didin

Germiyan (Rûdaw) – Erebên li sînorê bajarokê Gulale, ji bo ku Kurdan ji wî bajarokî derxin gelek hewl didin.  Erebên li Gulaleyê li dijî bi dehan rayedarên siyasî û leşkerî yên Kurd doz vekirine û wan bi wê yekê tometbar dikin ku zêdetirî çar hezar xaniyên Ereb ên li Gulaleyê ji aliyê wan ve hatine rûxandin.

 

Erebên li Gulaleyê di dawiya sala 1970ê de di çarçoveya pêvajoya erebkirinê de hatine gundên Kurdan ên li devera Şêx Baba û erdên Kurdan li ser wan hatine tapokirin.

 

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, Erebên li wê deverê zextên xwe li ser Kurdên li wê derê zêde kirin. Erebên li bajarokê Gulale, xwe bi tapoyên sala 1983an ve girêdidin, çimku piştî sala 2003an, ew erd û zevî cardin ji wan Kurdan re hatibûn dayîn ku xwediyên wan ên rastîn in.

 

Piştî sala 2003an, li Diyale ofîsa madeya 140 hat vekirin, li sînorê 12 bajar û bajarokan, 17 hezar û 671 malbat hatin qerebûkirin, ji vê hejmarê 4 hezar û 150 malbatên Ereb di dema erebkirinê de hatine wan deveran. Tevî ku 20 milyon dînar û parçeyek erd û pêşîneya xaniyan jî ji Ereban re hatine dayîn, lê Ereb naxwazin vegerin deverên ku berê li wan deran dijiyan.

 

Nêzîkî 30 sal in bi deh hezaran Kurd li sînorê parêzgeha Diyale, ji erd û warê xwe hatine dûrxistin, hikûmeta Beisê hemû erdên çandiniyê ji Kurdan bi buhayekî erzan bi zorê kirrî, piştre hemû wan erdan li ser Erebên navîn û başûrê Iraqê tapo kirin.