Li Amedê diziya ji xeta boriya petrolê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê ji 3 kesên bi îdiaya ji xeta boriya petrolê dizî kirine hatibûn desteserkirin 2 kes hatin girtin.

Walîtiyê Amedê diyar kir ku di van demên dawiyê de dorberên navçeya Bismîlê ji xeta boriya petrolê sotemenî dihat dizîn û ji bo ku pêşî li diziyê bibirin û dizan derdest bikin tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên bajêr xebat dabûn destpêkirin. 



Li gor daxuyaniyê di çarçoveya xebatan de ji bo derdestkirina 4 şikbaran N.G, M.T, A.Y. û R.Çyên di 30yê Gulanê de hêzên ewlehiyê operasyon birin ser 4 navnîşanên li navçeya Bimîsla Amedê û Êlihê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: "Ji 4 kesên ji ber bûyerê hatibûn desteserkirin R.Ç. û M.T. hatin girtin, A.Y. bi mercê kontrola dadê hat berdan. Xebatên ji bo derdestkirina N.G.yê hêj berdewam e."