Diyarkirina Parêzgarê Kerkûkê bûye nakokiya navbera PDK û YNKê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve pirsa diyarkirina parêzgarekî bo Kerkûkê bûye pirsgirêk di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de. Ev di demekê de ye ku beşeke zêde ya biryarên parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê di berjewendiya Erebên hawirde de ne.

 

Hevdem çend hefte ye şewitandina ceh û genimê cotkarên Kurd li hinek navçeyên cihê nakokiyê destpê kiriye, ji wan jî li sînorê parêzgeha Kerkûkê. Li ser mijara paşketina diyarkirina berbijêrekî bo parêzgarê Kerkûkê, PDK û YNK hevûdû tohmetbar dikin.

 

Endamê Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd ji Rûdawê re ragihand: “Jihevtêgihiştin bi vê cureyê ye ku li gel van du proseyan ku hilbijartina Serokê Herêmê nîvê proseyê ye, proseya din jî pêkanîna hikûmetê ye, herwiha proseyeke din jî heye ku civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê  û hilbijartina berbijêrek ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve ji bo posta Parêzgariya Kerkûkê û çareserkirina wê pirsgirêka ku li Bexdayê li ser Wezareta Dadê heye û pirsgirêkên ku li herêma me hene, pirsgirêkên ku li Kerkûkê hene, herwiha pirsgirêkên ku di navbera herdu aliyan de li Bexdayê hene, dibe ku hemû werin çareserkirin, lê divê îradeyeke dualî hebe.”

 

Pirsa diyarkirina berbijêrekî bo parêzgarê Kerkûkê di civîna şanda danûstandinê ya PDK û YNKê û herwiha herdu polîtburoyan de nehatiye yekalîkirin heta mijar bo Serok Barzanî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê hat sipardin. PDK dibêje, Serok Barzanî û Kosret Resûl li ser diyarkirina berbijêrekî hevra bûn, lê piştre YNK poşman bûye.

 

Diyarnekirina berbijêrekî Kurd ji bo parêzgarê Kerkûkê di demekê de ye ku Iraq amadekariya serjimêriyê dike û piraniya postên girîng jî li navçeyên sînorê Maddeya 140ê ji Kurdan hatine standin.