Çawîşê tecawizkar dîsa nehat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Doza ku çawîşê pispor Musa Orhan yê ku destdirêjiyê li Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê bo 16ê Îlonê hat paşxistin.
Rûniştina sêyemîn a doza li dijî çawişê pispor yê berê Musa Orhan ê ku li Êlihê destdirêjiyê li Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê birêve çû.
tawanbar Musa Orhan, ku ji ber sûcê "destdirêjiya zayendî" tê darizandin, bi parêzerên xwe re li Enqerê bi riya sîstema deng û reng (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bûn.
Bi parêzerên malbata Îpek Er re, Baroyên Amed, Êlih,Sêrt û Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê (OHD), Parlamenterên HDPê Feleknas Uca,Nûran Îmîr û Siddik Taş, Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên KESKê, rêveberên HDPê û BDPê yên Amed, Êlih û Sêrtê dozê şopandin.
Rojnamegerên ku nehiştin beşdarî rûniştinê bibin, bi fermana serokê dadgehê ji dadgehê hatin derxistin.
Parêzerê Musa Orhan, ku bi SEGBIS beşdarî rûniştinê bû bavê Îpekê tawanbar kir û wiha got “Erka bavek ew e ku keça xwe biparêze, wê perwerde bike, ne ku wê ber bi xwekujiyê ve bibe.”
Musa Orhan ê ku di rûniştinê de tawanbarkirinên li dijî xwe red kir, îdia kir ku ew ji destpêka bûyerê ve tê lînçkirin û got ku Îpek Er bûye qurbanên kuştinên namûsê û pştre xwest mafê xwe yê bêdengiyê bikar bîne.
Piştî parastinan, heyeta dadgehê biyar da ku rûniştinê bo 16ê Îlona 2021an paş bixe.
Çi bibû?
Îpek Er roja 16ê Tîrmeha 2020ê nameyek li pey xwe bicîh hiştibû û hewl da xwe bikuje. Piştî 34 rojan li nexweşxaneyê ma, canê xwe ji dest dabû. Di wê nameyê de ku medyayê belav kiriye, Îpek Er amaje bi wê yekê dabû ku Musa Orhan bi zorê maddeyên hişber û alkol daye wê.
Piştî eşkerebûna bûyerê, 16ê Tîrmeha 2020î Musa Orhan hat desteserkirin û ji aliyê Wezareta Navxwe ve hat dûrxistin, lê ligel raporta Pizîşkiya Dadê ku îspat dike destdirêjiya wê kaçê hatiye kirin, bi merc hat azadkirin. Baroya Sêrtê nerazîbûn pêşan da û Dozgerê Giştî yê Sêrtê careke din biryara girtina Mûsa Orhan derxist.
Dozgerê Giştî yê Sêrtê di nivîsarekê de ku roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê derxistibû, amaje bi wê yekê dabû ku 27.07.2020ê biryara girtina Mûsa Orhan derxistiye. Mûsa Orhan roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê piştî li dadgehê îfadeya wî hatibû girtin, lê piştî hefteyekê dîsa hatibû berdan.