Li Amedê şivanê ku mar pê ve da mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pîranê ya Amedê şivanê ku pezê xwe diçêrand, mar pê ve da û mir.
Ridvan Yilmezê 32 salî yê li navçeya Pîranê şivantiyê dike, duh dema li ber pez bû, marekî pê ve da.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Ridvan Yilmez bi ambulansê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê ya Gazi Yaşargilê lê tevî midaxeleya bijîşkan mir.