Li Wanê 243 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di meha Gulana 2025an de bi “tohmeta qaçaxçitiyê” 243 kes hatin desteserkirin.
Parêzgariya Wanê ragihand, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Wanê di navbera 1 û 31ê Gulana 2025an de li dijî tawanên “qaçaxçitiyê” 203 operasyon kirin.
Di operasyonên meha gulanê de bi “tohmeta qaçaxçitiya kelûpelan” 243 kes hatin desteserkirin.
Di operasyonan de dest bi ser hinek cixare, çay, şekir, mazot û cil û berg û kelûpelên malê de hat girtin.
Derbarê 243 kesan karên yasayî hatin kirin.