Roja Taştê ya Cîhanî: Wanê kevneşopiya xwe ya hezarsalî pîroz kir

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Roja Cihanî ya Taştê Wan Necdet Takva Taştêya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakiya pîrozkirina "Roja Taştê ya Cîhanî" li tenişt Sûlava Bêgiriyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.

Ev çalakî bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ji bo danasîna çanda taştêya Wanê hat sazkirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got: "Em ji bo veguhestina siberojê û çêkirina bîra civakî ya çanda me ya taştê û nirxên kevin ên erdnîgariya me kar dikin.

Taştêya me tenê ne taştêyek e, her pêkhateyeke wê nirxeke hezar salî ya çanda me û ya dayik û dapîrên me ye.

Me ji bo veguhestina nifşên nû di pandemiyê de ev roj wekî Roja Taştê ya Cîhanî ragihand."

Bajarê Wanê ku dîroka wê digihîje hezaran salan, di serdema Ûrartûyan de bûbû navendeke girîng û îro jî bi çand, huner û nemaze xwarinên xwe yên taybet deng vedide.

Gola Wanê, Kelaha Wanê, mizgefta Hisret Paşa û gelek deverên dîrokî û xwezayî, bajarê Wanê dikin navendeke girîng a geştyariyê.

Bi sedan welatî û hejmareke zêde ya berpirsên bajêr beşdarî çalakiyê taştê bûn û ji her kesî re taştêya Wanê hat pêşkêşkirin.

"Ev ji bo me şanazî ye"

Welatiya bi navê Şeyda Dişanliyê got: "Li vê derê çalakiyeke gelek xweş tê sazkirin. Bi pêşengiya serok Necdet Takva navê Wanê careke din bi huner, çand û werzîşê deng vedide.

Ev ji bo me şanazî ye. Li vê derê taştê bi belaşî didin herkesî."

Wan di sektora geştyariyê de xwedî gelek rekor e û xwarinên taybet bi Wanê gelek navdar in.

Taştêya Wanê, sala 2014an bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan ketiya nav Pirtûka Guinnessê ku ev yek nîşan dide çanda xwarinê ya vî bajarî çiqas dewlemend e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst