Li Çewlîgê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 12:26an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,2 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.