Ahmet Turk: Dewlet jî dixwaze gavan bavêje lê dereng gav diavêje
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ragihand ku Kurdan ji bo aştiyê gelek berdêl dane û got, "Gelek hêviyên me hene ku dewlet ji bo çareseriyê pêngavan bavêje. Dewlet jî dixwaze gavan bavêje, lê gelek dereng davêje."
Îro bi beşdariya Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, Hevseroka Komaleya Mafên Mirov (ÎHD) Eren Keskîn û bi pêşengiya Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê panêlek bi sernavê “Aştî û Mafê Hêviyê” hat sazkirin.
Di pêvajoya çareseriyê de, yek ji sernavên ku tê niqaşkirin, mafê hêviyê ye.
DEM Partî, di serî dê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, ji bo girtiyan daxwaza bicihanina mafê hêviyê dike.
Siyasetmadarê Kurd Ahmet Turk derbarê pêvajoya çareseriyê, bendewariyên ji pêvajoyê û rewşa qeyûman de pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bersivandin.
"Dewlet dereng gav diavêje"
Turk ragihand ku Kurdan ji bo aştiyê gelek berdêl dane û got, "Gelek hêviyên me hebûn ku dewlet ji bo çareseriyê pêngavan bavêje.
Dewlet jî dixwaze gavan bavêje, lê gelek dereng davêje. Dereng avêtina pêngavan hêviyên xelkê roj bi roj kêmtir dike."
Ahmet Turk diyar kir ku ew li bendê de ne hikûmet derbarê pêvajoyê de gavan biavêje û got:
"Em bi hêvî ne ku desthilata Erdogan bi dil û can ji bo pêvajoyê û biratiya Kurd û Tirkan kar bike.
Em di wê bawerê de ne biratiya Kurd û Tirkan dê li Tirkiyeyê di rêya demokrasiyê de gelek tiştan bi pêş bixe."
#VÎDEO - Li Mêrdînê li ser ❝Mafê Hêviyê❞ panelek tê lidarxistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 1, 2025
Siyasetmedar Ahmet Turk:
🎙️ ❝Hikûmeta Tirkiyeyê pir dereng û pir hêdî gavan diavêje❞
🎙️ ❝Hêviyên me gelekî bilind bûn, me digot dewlet dê hinek gavan biavêje❞
🎙️ ❝Biratiya gelên Kurd û Tirk dê gelek tiştan… pic.twitter.com/enX54YpUI7
"Di pakêta darazê de ji bo mafê Kurdan tiştek tine"
Siyasetmedarê Kurd rexne li 10emîn pekêta darazê ya AK Partiyê girtin û wiha anî zimên:
"Di vê pakêta darazê de ti tiştek ji bo mafê gelê Kurd nîn e, lê dibêjin em dê piştî Cotmehê em dê van daxwazan bînin ziman û em jî li bendê ne. Lê me dixwest îro destpêbike.”
Ahmet Turk ji bo serketina pêvajoyê banga xwedîderkatina li pêvajoyê kir û got:
"Em hêvîdar in hem Kurd û hem jî dewleta Tirk xwe li vê pêvajoyê xwedî derkevin.
Divê alî û siyasetmedarên Kurd li kîjan parçeyên Kurdistanê bin ji bo aştiyê xebatên baş bikin.
Divê hemû xwedî li vê pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin derkevin.
Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava divê siyasetmedarên li wan deran bo vê pêvajoyê alîkar bin."
"Dema îradeya Kurdam nasnekin biratiya gelan ava nabe"
Ahmet Turk derbarê danîna qeyûman a li ser şaredariyên DEM Partiyê û egera vegera şaredaran a ser karên wan jî got:
"Armanca me ew e ku demokrasî berfireh bibe û ava bibe lê siyaseta ku îro qeyûm dimeşîne îpotek danîye ser îrada û daxwaza gelê Kurd.
Pêwîst e ev rabe. Ev ne tiştekî şexsî ye, dema îradeya gelê Kurd nasnekin, bi rastî ne demokrasî ye û ne jî biratiya gelan ava dibe.
Em li bendê ne û dişopînin. Em naxwazin niha tiştekî bibêjin lê ev daxwaza gelê Kurd e.”