Li Şirnexê qeza: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku F. M diajot, li ser rêya gundê Bêspin ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr tevî N.A (17), D.A. (20) û H.B.yê di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tendursityê û cendirme çûn cihê qezayê.

Kesên di otomobîlê de asê mabûn bi alîkariya ekîban ji wesayitê hatin derxistin û tîmên tendursitiyê ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.

Şofêr F. M. tevî hemî midaxaleyan nehat xilaskirin.