Brûksel (Rûdaw) - Danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê eşkere bû. Di danezanê de wiha hat gotin:
"Weke beşdarên konferansê, em xwe hemû weke civata pêvajoya aştî û demokrasiyê dibînin."
Civata konferansê destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê wezîfeyê digirin ser milê xwe.
Li paytexta Belçîka Brukselê, di encama gotûbêj û pêşniyarên du rojan ên hêzên demokrasî û komên baweriyan ên Mezopotamya û Anatoliyê yên li Ewropayê dijîn de, danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê hat weşandin.
Di danezana encamê de, ji bo pêvajoya çareseriyê 16 madde hatin destnîşankirin û bang li hikûmeta AKP'ê û Parlamentoya Tirkiyê hat kirin, ku berpirsyariyên xwe bicih bînin. Di danezanê de hat xwestin ku, hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên xwe yên destwerdan û gefên li dijî welatên cîranê xwe berde û bang li dewletên Ewropayê jî hat kirin ku dawî li alîkariya xwe ya îstîxbaratî û leşkerî ya ji bo dewleta Tirk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse