Encûmena Asayişê pêşwazî li pêşketinên pêkanîna hikûmetê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li pêşketinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dike û tekezî hewla hikûmeta navendî li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera wan dike.

 

Encûmena Asayişa Neteweyên Yakbûyî li ser serdana şanda encûmenê bo Iraq û Kuweytê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di wê serdanê de şanda me pêşwaziya wan pêşketinan kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi arasteya pêkanîna hikûmeta nû kiriye.”

 

Di daxuyaniyê de tekezî li dabînkirina xizmetguzariyên destpêkî ji bo xelkê Iraqê ji aliyê hikûmeta navendî dike, Bexdayê han dide di hewldanên wê yên ji bo çaksaziyê de û herwiha dewlemendkirina dahata navxweyî berdewam bibe, ev jî ji bo bicihanîna xwestek û daxwazên xelkê Iraqê.

 

Encûmena Asayişê hewla tîmên lêkolînê yên ser bi Neteweyên Yekbûyî giring dibîne ji bo dîtin û parastina wan tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine encamdan.

 

Di 28 û 29ê Hezîranê de şandeke Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî serdana Kuweytê kirin û di 29ê Hezîranê de jî serdana Iraqê kirin û li gel Serokwezîr û Serokomarê Iraqê û herwiha li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.