Galeriya wêneyan

01-07-2025
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Hişkesalî û kêmbûna baranê bandorê li Başûrê Kurdistanê dike û gefan li çavkaniyên avê dixwe.

Li Bendava Dihokê rêjeya avê ew qasî kêm bûye ku axa di binê gola bendavê de xuya dike û xelk li wan derên hişk dimeşe.

Dîmenên ku ji herêmê tên, girîngiya rewşê nîşan didin.

Tê diyarkirin ku beşeke mezin a golê bi temamî ziha bûye, li hin deran kûrahiya avê daketiye binê 30 santîmetreyan û li gelek deran jî negihiştiye metreyekê.

Elî Mehdiyê ku li derdora bendavê cotkariyê dike, diyar kir ku kêmbûna avê dê derbeya herî mezin li sektora çandiniyê bide.

Elî Mehdî ji Rûdawê re got:

“Kêmbûna barana îsal ziyaneke mezin gihandiye herêmê.

Ev kêmbûna asta avê dê rasterast bandorê li hilberîna çandiniyê bike.”

Pispor hişyariyê didin

Serokê Beşa Ax û Avdanê ya Zanîngeha Dihokê Zêrevan Arif di nirxandinên xwe yên li ser mijarê de hişyarî da ku heger bandorên guherîna avhewayê bidomin dibe ku asta avê kêmtir bibe.

Bendava Dihokê ku sala 1988an hatiye temamkirin û kapasîteya wê ya hilanîna 52 milyon metre sêgoşe av heye, ji bo avdana çandiniyê ya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.