Huseyîn Olan: Heta ku bingeha hiqûqî neyê avakirin gerîla nayên Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ji Rûdawê re got, “Heta ku bingeha hiqûqî neyê avakirin gerîla nayên Tirkiyeyê.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, hinek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê di navbera 3 û 10ê vê mehê de li Silêmaniyê çekên xwe deynin û pişt re dîsa vegerin cihên xwe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê bersivandin.

Olan li ser mijara çekdanînê got, “Dibêjin dê 30-40 gerîla çekên xwe deynin û vegerin çeperên xwe lê heta PKK daxuyaniyê nede em nizanin bê ma ev rast e ya na.”

Wî eşkere kir ku şandeya DEM Partiyê dê 8 an 9ê vê mehê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive û pişt re jî dê bi serokên MHP û CHPyê re bicive û paşê jî here Îmraliyê jî.

“Şande dê here Îmraliyê”

Huseyîn Olan daxuyand ku di dema borî de pêvajoya aştiyê rastî sistbûnekê hatibû lê ev hefteyek e pirsgirêk nemane û hinek pêngavên nû hene û got:

“Li gorî plana hatiye danîn, 8 an 9ê mehê şandeya DEM Partiyê dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive, pişt re dê bi serokên MHP û CHPyê re bicive û piştî wan jî ji bo hevdîtina li gel Birêz Abdullah Ocalan dê biçe Îmraliyê.

Dibe ku bername wekî ku hatiye plankirin nebe û rojek an du rojan dem bên guhertin.”

Erdogan 25ê Hezîranê 2025an di Lûtkeya NATOyê ya li Holandayê de ji Nûçegehanê Rûdawê Zinar Şîno re eşkere kiribû ku DEM Partiyê daxwaza civîneke din kiriye û ew dê di demeke nêzîk de bi wan re bicive.

Huseyîn Olan derbarê wan mijarên ku şandeya DEM Partiyê dê bi Erdogan re gotûbêj bike av agahî dan:

“Şandeya DEM Partiyê dê li ser mafên Kurdan, ziman, nasname, parastina Kurdan û rola wan di şaredariyan de, rewşa girtiyan û kesên li derve û li çiyayan gotûbêj bike.

Divê ev hemû bên çareserkirin û eger neyên çareserkirin û bi yasayan neyên guhertin, ti wate ji bo pêvajoyê namîne.

Her çend ti demeke diyarkirî nîne jî Îmralî û hikûmet hewl didin ku ev guherîn dema herî zû de bên kirin da ku rê li ber her plangêriyê bigirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan doh ragihand ku gelek alî hene ku dixwazin ji pêvajoya aştiyê re bibin asteng lê ew ê rê nedin wan û got, “Em bi pêvajoyê kêfxweş in.”

Parlamenterê DEM Partiyê Olan amaje bi Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo Pêvajoya Aştiyê û karên wê kir ku tê çaverêkirin ji 30 heta 40 kesî pêk were û anî zimên:

“Li gorî gotinên berpirsên Tirkiyeyê, di nava wê komîsyonê de dê bi berfirehî ji bo guhertina yasayan kar bikin ku ne tenê ji bo şervan û çekdaran, belkî ji bo kesên di girtîgehan de, yên li Ewropa û welatên derdorê jî be.

Eger ew yasa neyên guhertin, ti wateya pêvajoyê namîne.”

“Ew dê dîsa vegerin çeperên xwe”

Huseyîn Olan diyar kir ku eger gerîla çekên xwe deynin jî dê vegerin çeperên xwe û biland:

“Ew dê dîsa vegerin çeperên xwe, ji ber ku ji aliyê mafan ve ti bingeh nehatiye danîn.

Heta ku ew bingeh neyên danîn, ew venagerin. Kengî ew bingeh hatin danîn û yasa hatin guhertin, ew dê vegerin Tirkiyeyê yan jî dê biçin wan cihên ku ji bo wan tên diyarkirin.”

Parlamenter Olan got, “Birêz Ocalan dibêje rewşa min zêde mekin rojev, meseleya ku em dixwazin çareser bikin ne rewşa min e” û li pey çû:

“Mijara Îmraliyê cuda ye. Mijara Îmraliyê di navbera Birêz Ocalan û partiya wî PKKyê de ye.

Mijara me jî wekî DEM Partî aliyê demokratîk e, mafê mirovan û mafê Kurdan e û em dixwazin demokrasiyek bê avakirin û hinek yasa bên guhertin da ku ne tenê rewşa Kurdan, rewşa hemû kesên din biguhere û jiyaneke serfiraz hebe. Cudahiya me ev e.

Ji bo ronîkirina pêvajoya aştiyê û gihandina wê ji gel re, me li bajarên Tirkiyeyê û di nava gelê Tirk û gelên din û bajarên Kurdan de du hezar civîn û hevdîtin li dar xistine û me nêrîna xwe ya derbarê pêvajoyê de aniye ziman û em dê vê bidomînin.

Hikûmetê jî di vî warî de pêngav avêtine û hewl dide girîngiya pêvajoyê bigihîne gel.”

Hinek xalên Huseyîn Olan bi taybetî bal kişandiye ser wan ev in:

  • Şandeya Îmraliyê dê bi Erdogan, CHP, MHP û Birêz Abdullah Ocalan re bicive
  • Li Parlamentoyê dê komîsyonek were avakirin
  • Dibêjin dê 30-40 gerîla çekên xwe deynin û vegerin çeperên xwe lê heta PKK daxuyaniyê nede em nizanin bê ma ev rast e ya na
  • Çekdanîn dê sembolîk be û ew gerîla dê dîsa vegerin çeperên xwe
  • Heta ku bingeha hiqûqî neyê avakirin gerîla nayên Tirkiyeyê
  • Ji bo mafên Kurdan divê zagon werin guhertin
  • Meseleya Kurdan meseleyeke giran e, gelek bedelên giran hatine dayîn
  • Îhtimal heye ku hinek kes li hemberî vî îşî derkevin lê ya girîng jidilbûna her du aliyan (PKK û dewlet) e
  • Tecrîda li ser Birêz Ocalan hîn nehatiye rakirin
  • Birêz Ocalan dibêje rewşa min zêde mekin rojev, meseleya ku em dixwazin çareser bikin ne rewşa min e
  • Divê Birêz Ocalan karibe bi Birêz Barzaniyan, Birêz Talebaniyan, rojnameger û aliyên cuda re bicive