Li Rihayê 8 hezar û 766 avahiyên erdhejê hatin teslîmkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak ragihand ku li bajêr 8 hezar û 766 avahiyên erdhejê hatine teslîmkirin.

6ê Sibata 2023yan li Mereşa Bakura Kurdistanê 2 erdhejên mezin çêbûn û wan erdhejan bandor li gelek bajarên Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî amarên ku hatine ragihandin di van erdhejan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 53 hezar kes mirin.

Yek ji bajarên ku erdhejan bandor li kiribû jî Riha bû.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak ji medyaya fermî ya Tirkiyeyê re ragihand ku li bajêr 8 hezar û 766 avahiyên erdhejê hatine teslîmkirin û xebatên ji bo çêkirina avahiyên erdhejê jî didomin.