Hûrgilî diyar bûn: Komeke PKKyê dê wekî niyetpakiyê çekan deyne

Hewlêr (Rûdaw) - Du fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku hin endamên rêxistinê dê di rojên pêş de bi merasîmeke sembolîk çekên xwe deynin.

Merasîma danîna çekdan dê li Herêma Kurdistanê û ji çapemeniyê re vekirî were lidarxistin.

PKK, piştî şerê çekdarî yê li hemberî Tirkiyeyê ku zêdetirî 40 sal in berdewam dike, wekî “nîşaneya nêta pak” xwe ji bo merasîma çekdanînê amadekariyê dike.

"Komek gerîla dê di rojên pêş de çekên xwe deynin"

Yek ji fermandarên PKKyê ku ji Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) re axivî, got:

"Wek nîşaneyeke nêta pak, komek gerîla dê di rojên pêş de di merasîmekê de çekên xwe deynin. Ev gav nîşaneya pabendiya me bi pêvajoya aştiyê re ye.”

Heman agahî ji aliyê fermandarekî din ê PKKyê ve jî hat piştrastkirin. Her du fermandaran jî nasnameyên xwe veşartî hiştin.

Tê plankirin ku merasîma danîna çekdan li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Her wiha tê çaverêkirin ku nûnerên partiyên siyasî, çavdêrên herêmî û rojnamevan jî beşdarî merasîmê bibin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, merasîma radestkirina çekan dê li herêma Silêmaniyê were lidarxistin.

Lêbelê, hûrgiliyên wekî hejmara PKKyiyên ku dê beşdarî merasîmê bibin, cih û dema wê hêj zelal nebûne.

Dawiya pêvajoya şer

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999an ve li Girava Îmraliyê girtî ye, bangî rêxistinê kiribû û xwestibû ku xwe fesix bike.

PKKyê jî di kongreya xwe ya meha Gulanê de ragihandibû ku xwe fesix kiriye.

Şandeya DEM Partiyê dê bi Erdogan re bicive

Hevdem ligel pêvajoya bêçekbûnê, têkiliyên dîplomatîk jî lez girtin.

Tê çaverêkirin ku şandeyeke DEM Partiyê di rojên pêş de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Piştî hevdîtinê, şande dê li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan bike.

Enqere derbarê pêvajoya fesixkirina rêxistinê de helwesteke bi temkîn nîşan dide.

Rayedarên hikûmetê diyar dikin ku tevî nebûna agahiyên têr derbarê ka dê mekanîzmaya bêçekbûnê çawa bixebite, dê pêvajo ji nêz ve were şopandin.