Zanîngeha Dusseldorfê dest bi dersa kurdî dike
Serdar Agit Boztemur
Dusseldorf (Rûdaw) - Li zanîngeha bajarê Dusseldorfa Almanyayê wê êdî dersa kurdî bi fermî were dayin. Rektorê zanîngehê Professor. Dr. Hans Michael Piper diyar kir ku ewê ji semestera zivistanê û pê ve dersa zimanê kurdî bidin xwendekarên xwe. Naveroka dersê wê ji fêrkirina axaftin û nivîsandina kurdî pêk were. Heta niha li heman zanîngehê xwendekarên kurd bi xwe kursên zimanê kurdî yên ne fermî organîze dikirin.
Zanîngeha ku di qada navnetewî de jî navdar e, wê bi vî awayî derfetê bide xwendekarên ku dixwazin fêrî kurdî bibin û di siberojê de ligel Kurdan bixebitin. Pêşveçûna aborî ya li Başûrê Kurdistanê hem bala şirketên ewropî dikişîne û hem jî ya xwendekarên beşên aboriyê.
Bi fêrbûna zimanê kurdî wê bi taybetî xwendekarên beşa aboriyê bikaribin baştir têkiliyên bazirganî di siberojê de bi Kurdistanê re daynin. Herwiha ji ber rewşa Kurdan ya siyasî û pêşveçûnên li Rojhilata Navîn jî gellek xwendekarên biyanî û bi taybetî yên alman dixwazin zimanê kurdî fêr bibin. Ji hêla din ve, ji ber pişaftina ku Kurd pê re rû bi rû mane, hejmareke bilind ya xwendekarên kurd yên li zanîngehên Ewropayê dixwînin bi zimanê kurdî nizanin. Ew jî eleqeyek mezin nîşanî kursên kurdî didin.
Çav li rê ye ku dersa zimanê kurdî ya li zanîngeha Dusseldorfê ji aliyê Yilmaz Erşahîn-Holz ve were dayin. Yilmaz Erşahîn di nava civaka kurd de wekî Yilmazê Seydo tê nasîn. Ew herwiha vokalîstê Koma Mizgîn bû. Ev çend sal in ku Erşahîn li zanîngeha Dusseldorfê dersên zimanê tirkî jî dide.
Derbarê kesên dikarin beşdarî dersê jî bibin hat diyarkirin ku kesên li zanîngehê qeyda wan heye û kesên mêvan dikarin ji semestera were û pê de beşdarî dersa zimanê kurdî bibin. Semestera zivistanê ji meha Cotmehê destpêdike. Dersa zimanê kurdî wê destpêkê semesterekî berdewam bike û her heftiyê 90 deqîqe be. Di dawiya dersa yeksemesterî de wê ezmûnek were nivîsandin. Eger xwendekarên Bachelor û Master bi serkeftî vê ezmûnê derbas bikin, wê bikaribin du puanên krediya xwendekariyê bidestbixin. Li gor hejmara beşdarên dersê wê biryar bê dayin ka ders wê di semesterên pêş de berdewam were dayin an jî bê rawestandin
Bajarê Dusseldorfê paytexta herêma Nordrhein Westfalen e. Li zanîngeha Heinrich-Heine ya bajêr 20.500 xwendekar dixwînin.