Dayikên kurd jî beşdarî xebata rizgariya rojavayê Kurdistanê dibin

01-08-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw) – Li hember êrişên komên çekdar ên îslamî yên radîkal li hember rojavayê Kurdistanê, ne tenê hêzên kurdî yên mîna YPG û cebhet el Ekrad şer dikin lê dayik û jinên wir jî bi hemû awayî beşdarî vê xebatê dikin.

Jin û dayikên rojavayê Kurdistanê di hemû warê xebat û tekoşîna rizgariya rojavayê Kurdistanê de beşdar in lê ji roja ku êrişên komên îslamî yên radîkal li dijî wî beşê Kurdistanê dest pê kiriye, jibilî şervanên jin dayik û jinên din jî bi çêkirina xwarin û vexwarin beşdarî tekoşîna gelê kurd li rojava dibin.

Jinên bajarê Kobanî milê xwe vemalîne û xwarin û nan çêdikin û dişînin şervanên kurdan li devera Girê Spî û cihên ku şer lê diqewime û dibêjin, eger pêwîst bike dê xwîna xwe jî bidin bo Kurdistanê.

Yek ji wan dayikan ji Rûdawê re wiha got: “Em xwarinê çêdikin û nan dipêjin lê ev jî karekî biçûk e em dixwazin tiştên hê mezin bikin û çi pêwîst be em dikarin wê bikin û em amade ne xwîna xwe jî bidin…”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst