Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku ev 28 salên wî ye ji Rojavayê Kurdistanê deretiye û li welatê Almanya li xerîbiyê dijî, lê dema mirov guhdariya Xêro Ebas dike, nizane ku hewqas sal dûrî gund û warê xwe ketiye. Wî şêwezarê ku herêma wî pê diaxife parastiye û dûriyê bandor li ser zimanê wî nekiriye.
Xêro Ebas ku bi dengê xwe stûr û stranên xwe yên xembar tê naskirin, behsa destpêka karên xwe yên hunerî dike û ji ber çi, ji cih û warê xwe bar kir û berê xwe da xerîbiyê...
Berê wî jî stran dinivîsî lê wek dibêje, yê ku piştgiriya hunera wî kir û hişt bibe hunermend Koma Berxwedan bû ku yek ji organên hunerî yên girêdayî PKKê bûn ku wê demê li Almanya hêza wê hebû...
Xêro Ebas dibêje, wî ti carî xwe tevlî karê siyasî nekiriye û naxwaze tevlî bibe û bi gotina wî, hin caran ew di siyastê de diaxife lê ew nizane behsa çi dike. Lê ew êşa gelê xwe baş dizane...
Nameya hunermendan berî herî tiştî, nameyeke mirovî ye û hunermendên Kurd jî li kêleka wê, nameyên neteweyî jî dişîne, lewma em dibînin ku Xêro Ebas ê bavê keç û kurekî, carina ji bo netewe û carina ji bo evînî û mirovahiyê stran gotine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse