Hikûmeta Kurdistanê bo PKKê: Dûr bikevin

01-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrişa asmanî ya ser gundê Zêrgelê ku di encam de 10 welatiyên sivîl şehîd bûn, şermezar kir û daxwaz ji PKKê kir ku baregehên xwe ji nava sivîlan dûr bike.

Piştî êrişa îro ya balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê, ku bû sedema şehîdbûna 10 kesan û birîndarbûna 11 kesan, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî wê yekê nerazîbûn nîşan dan.


Serokatiya Encumena Wezîran diyar kir ku ew şehîdkirina welatiyên sivîl û êrişa ser gundên herêmê şermezar dikin û got: “Em daxwaz ji Tirkiyê dikin ku xwe bi hemû awayî ji bombebarankirina gund û avahiyên Herêma Kurdistanê dûr bigire.”


Serokatiya Encûmena Wezîran ji PKKê jî xwest ku ji bo carek din jî xelkên sivîl nebin armanca êrişan; hêz, baregah û dezgehên xwe jî ji gund û cihên xelkên sivîl lê ne, dûr bixin.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Herwiha em daxwaz ji herdu aliyan dikin ku vegerin ser gotûbêjêkirina rasterast û em jî amaden e bi hemû awayekî ji bo vê yekê alikariya we bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst