Li Hewlêrê 20 parzûngehên neyasayî hatin daxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber qirêjbûna jîngehê û belavbûna bêhna ne xweş, li sînorê parêzgehên Hewlêrê 20 parzûngehên petrolê yên neyasayî hatin daxistin. Di nav du hefteyan de jî xwediyên 18 jeneratoran, her yekê wan bi 800 dolaran hatin cezakirin.
Ji ber gilî û gazindên gel, Parêzgarê Hewlêrê rêkarên daxistina parzûngehan û li ser jeneratorên elektrîkê lêpirsîn dane destpêkirin.
Bikaranîna gaza kalîteya xirab, beşek ji sedema belavbûna bêhna ne xweş e.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî diyar kir, sotemeniya ku ji nahiyeya Geyareyê bo parzûngehan tê şandin, rêjeya kibrîtê (gugirt) têde zêde ye. Ev jî bûye sedema peydabûna bêhna ne xweş ku bû demek li Hewlêrê belav bûye.
Li Herêma Kurdistanê 200 parzûngehên piçûk û neyasayî hene ku ji wan 100 parzûngeh dikevin nav sînorê parêzgeha Hewlêrê. Ev parzûngeh ji ber nebûna filterê bûne çavkaniya gaza metirsîdar.