AMED - Rojeva ciwanên Bakûr giştpirsî û serxwebûn e

01-08-2017
SERKAN İNCE
Amed
Amed
Nîşan Amed Ciwan Giştpirsî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê di nav ciwanê Bakûr de jî bi berfirehî tê gotûbêjkirin. Hêviya serxwebûnê wekî xewn û xeyala sed salan ji dapîr û bapîran wan ji wan re mîrate maye. Ev hesreta bi sedên salan ewqas mezin bûye, ku hinek ciwan serxwebûn û dewletbûnê wekî “ava jiyanê” bi nav dikin.

 

Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê ye. Bi taybetî ciwan û nifşên nû bi serxwebûnê re radibin û bi serxwebûnê re rûdinin. Ne tenê li malên xwe li kafe û qehwexaneyan jî gotûbêj li ser serxwebûna Kurdistan û astengiyên li pêşberê wê ye.

 

Hevniştimaniyê bi navê Ferîd Oncel dibêje: “Dewlet av e, em jî masî ne. Masî bê avê nikare jiyana xwe berdewam bike. Em masî bin av wekî dewletê ye. Em jî ava xwe dixwazin jiyana xwe dixwazin.”

 

Diyar e ciwanên vê serdemê ji ezmûnên tahl ên sedsala borî ders wergirtine. Lewra bi qasî xeynên serxwebûnê ji astengiyan jî agahdar in û li gor riyên çareseriyê jî dîtine.

 

Besra Çalişir jî di vê mijarê de diyar dike: “Astengiya herî mezin a li pêşberî serxwebûnê dagirkerên Kurdistanê ne. Tirkiye û Îran dikarin ji bo serxwebûnê astengiyan derbixin. Nikarin bi eşkera bi navê xwe bikin dê bi Iraq û Sûriyê bikin. Ji ber ku êdî ev dewletana xera bûne. Dikarin li ser navê wan li ser serê Kurdan terorê bibarînin. Dema şer, di dema şerê tund de jî dewlet tên çêkirin. Em jî dikarin dewleta xwe çêbikin.”

 

Li Amedê ji her çîn û tebeqeyê hevniştimaniyan piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê tînin zimên.

 

Cengîz Amed: “Îro çawa dilê birêz Barzanî Kurdistaneke serbixwe dixwaze, yê me teva jî dixwaze.”

 

Hulya Once: “Ji bo Kurdistan ava bibe em bi malê xwe, bi canê xwe amade ne; her core fedekariyê bikin.”

 

Abdullah Bozkûş: “Ev hêvî û daxwaz û xeyala Şêx Ehmedê Xanî ye. Xeyala Mele Mistefa Barzanî ye. Xeyala hemû serokên me ye. Xwedê hez bike di 25ê Îlonê de gelê me yê Başûrê Kurdistanê di giştpirsiyê de bêjin ´erê´.”

 

Îbrahîm Xelikan: “Ez dibêjin bila em bi ser bikevin, hema bila ew ruh û giyanê min jî li ser biçe.”

 

Li gor nifşên nû yên Kurdistanê, çavkaniya hemû êş, derd û kulên kişandine bê dewletbûn e. Lewra serxwebûnê wekî tişteke efsûnkirî dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst