Eskerî: Tenê encûmena Kerkûkê dikare baweriyê ji Rêbwar Talebanî bistîne

01-08-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Ehmed Eskerî Rêbwar Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje, standina baweriyê ji serokê encûmena wê parêzgehê tenê gotegot e û eger rast be jî, karekî neyasayî ye.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, standina baweriyê ji Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî tenê gotegot e û dûr e ji rastiyê. Ehmed Eskerî herwiha got, eger ew gotegot rast bin, karekî neyasayî ye, çimku ji bilî encûmena parêzgehê ti kes ew desthilat nîne, ku baweriyê ji serokê encûmenê bistîne.

 

Eskerî herwiha da xuyakirin: “Gotegota standina baweriyê ji serokê encûmena parêzgehê ji aliyê endamekî encûmenê ve hatiye belavkirin, ku kesekî nêzîkî parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê ye û ti civînek jî bo vê armancê nehatiye kirin.”

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Mein Hemdanî jî ragihand, li gorî fermaneke dîwana encûmena wezîran a Iraqê tevahiya desthilatên Rêbwar Talebanî hatine cemidandin û ew nikare jibo ti biryarekê pêgeha xwe bi kar bîne.

 

Herwiha serokatiya encûmena parêzgeha Kerkûkê jî di daxuyaniyekê de matmayîna xwe li hember daxuyaniya Mein Hemdanî nîşan da û ragihand, ti bingeheke dirist a vê daxuyaniyê nîne û serokatiya encûmenê dê rêkarên yasayî bi mebesta encamdana lêkolînê derbarê sedemên wan core daxuyaniyan pêk bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst