Waliyê Sineyê daxwaz ji fermanberan kir bi cilên Kurdî biçin kar
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Sineyê daxwazê ji fermanberên jin û zilam ên wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê dike ku bi cilûbergên Kurdî biçin ser kar.
Parêzgarê Sineyê, Behmen Muradniya dema ku serdana pêşangeha cilûbergên Kurdî li bajarê Sineyê kir, ji medyayan re ragihand, ti rêgiriyek bo lixwekirina cil û bergên Kurdî di saziyên dewletê de nîne.
Muradniya got, cilûberg beşek e ji çanda gelan û diyar kir, fermanberên jin û zilam li parêzgeha Sineyê dikarin, di saziyên dewletê de jî cil û bergên Kurdî lixwe bikin.
Parêzgarê Sine ragihand ku cil û bergên Kurdî di asta Îranê de bê mînak in û da xuyakirin, divê ew kar bikin ku xelk bêhitr cil û bergên Kurdî lixwe bikin.
Di pêşangeha cilûbergên Kurdî de li Sineyê, dîzayner û terzîyên parêzgeha Sine, Kirmaşan, Îlam, Urmiye û Xorasana Bakur beşdar bûn.