Tîmeke taybet bo dîtina keç û jinên Êzidî diçe Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê ofîsa rizgarkirina kesên revandî yên Kurdên Êzidî ragihand, heta niha 3 hezar û 509 kes hatine rizgarkirin. Hisên Qayidî herwiha got, hêj jî hejmarek keç û jinên Kurdên Êzidî li kampa holê dimînin û diyar kir, tîmeke wan dê bi hemahengiya li gel Netewên Nekbûyî û Xaça Sor a Navdewletî, serdana kampa Holê bike, ji bo ku wan kesan vegerîne.

 

Berpirsê ofîsa rizgarkirina kesên revandî yên Kurdên Êzidî, Hisên Koro Qayidî amara Kurdên Êzidî yên revandî belav kir, ku di Tabaxa sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

 

Hisên Qayidî got, di destpêkê de 6 hezar û 417 kes ji Kurdên Êzodî hatibûn revandin û beşeke mezin ji wan bo Sûriyê hatibûne veguhestin.

 

Qayidî aşkera kir, heta niha 3 hezar û 509 kes hatine rizgarkirin û tekez kir, lêgerîn li pey kesên din jî berdewam e.

 

Berpirsê ofîsa rizgarkirina kesên revandî yên Kurdên Êzidî da xuyakirin, ku heta niha jî hejmareke Kurdên Êzidî di nava kampa Holê de dijîn û diyar kir, ew dê tîmekê bişînin wê kampê.

 

Hisên Qayidî eşkere kir, berî demekê tîmek ku ji 6 kesan pêk hatibû, çûbû Rojavayê Kurdistanê, lê rê ji bo wan nehatibû dayîn, ku karê xwe bikin, lema ew bê encam vegeriyan Herêma Kurdistanê.

 

Di beşeke din a axaftina xwe de, Hisên Qayidî da zanîn, planeke wan heye ku bi hemahengiya li gel Netewên Nekbûyî û Xaça Sor a Navdewletî, serdana kampa Holê bikin, û keç û zarokên Kurdên Êzidî ji wê kampê derxînin.

 

Qayidî herwiha rexne li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî jî girt û got, hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ji bo peydakirin û rizgarkirina Kurdên Êzidî yên revandê ti alîkarî nedaye wan.

 

Piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û deverên Kurdên Êzidî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema serokwezîriya Nêçîrvan Barzanî de, ji bo rizgarkirina kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, ofîseke taybet damezrandin, ku rasterast girêdayî serokatiya civata wezîran e.