Bozanî: Jinên Êzidî di navbera sê desthilatan de asê mane
Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa rizgarkirina Kurdên Êzidî yên revandî ragihand, hêj 2908 Kurdên Êzidî yên revandî çarenivîsa wan nediyar e û berpirsê ofîsê jî dibêje, li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî karê ofîsê dê berdewam be, heta ku hemû Kurdên Êzidî yên revandî tên vegerandin.
Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî amaje bi wê jî dike, hejmarek Kurdên Êzidî li navçeyên cuda cuda yên Iraqê û li gel malbatên DAIŞê hatine girtin û tevî daxwazên wan, lê belê hikûmeta Iraqê tê nedaye nûnerên ofîsê ku serdana wan cihan bike, lewma wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kiriye, daku bikarin biçin wan girtîgehan.
Berpirsê Ofîsa Êzidiyên Revandî, Hisên Koro Qayidî da xuyakirin, ku heta niha jî hejmareke Kurdên Êzidî di nava kampa Holê de dijîn û diyar kir, ew dê tîmekê bişînin wê kampê.
Hisên Koro Qayidî: “Me pêzanîn hene ku heta niha jî hejmareke zêde ya kesûkarên me li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hene. Herwiha li girtîgeha Bexdayê jî hejmareke zêde kesûkarên me di nav xizanên DAIŞê de ne.”
Nûnerê Kurdên Êzidî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Krudistanê jî dibêje, heta niha kirîn û firotin bi keçên Kurdên Êzidî yên revandiyên destê DAIŞê tê kirin.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji 6417 Êzidiyên Revandî yên destê DAIŞê li Şingalê, heta niha 3509 kes hatine rizgarkirin û 2908 kes ji wan li Sûriyê û Iraqê mane. Ew di navbera hersê desthilatên (hikûmeta Iraqê, hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser) de bûne qurbanî û asê bûne û nikarin vegerin warê xwe. Niha jî kirîn û firotin bi keçên Êzidî yên ku DAIŞê revandine, tê kirin û hejmarek ji wan bo Idlibê û hejmarek jî bo derveyî Sûriyê hatine veguhastin.”
Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê û derdora wê kir. Dawiya sala 2015an Şingal ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate kontrolkirin, lê belê hêj jiyan bi temamî nevegeriyaye vê navçeyê.