Rêveberiya Xweser 19 jin û zarok radestî Elbanyayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 14 zarok û 5 jinên çekdarên DAIŞê yên Albanî radestî welatê wan kirin.

Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser şeva derbasbûyî 14 zarok û 5 jinên çekdarên DAIŞê yên Elbanî radestî Konsulê Giştî yê Albaniya li Sûriyê, Lubnan û Urdinê kirin.

Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer ragihand, wan beriya niha jî jinek û 4 zarok radestî wê şanda Albanî kiribû.

Ebdulkerîm Omer got jî, siyaseta wan zelal e, her demê daxwazê ji welatan dikin berpirsatiya xwe cîbicî bikin û zarokên çekdarên DAIŞê vegerînin.

Ebdulkerîm Omer diyar kir, “Em îro 5 jin û 14 zarokên Albanî  radest dikin, siyaseta me di vê pirsê de ev e daxwazê dikin hemû welat pêngavan biavêjin. Û berpirsiyariyê wergirin, bi taybet ji bo zarokan., ji ber em di wê naweriyê de ne ku ew zarok bê tawan in û qurbanî û bê guneh in. pêwîst e welatên biyanî  berpirsiyê  ji bo van zarokan wergirin,   derbarê jinan,   ew jinên ku ti  belgeyek nîne  ku  tawanek kiribin bi heman avayî radestî welatên wan dikin.”

Konsulê Albaniya yê li Sûriye, Lubnan û Urdinê jî got, hikûmeta welatê wî hewil dide zarokên xwe ji derve nehêle, dê hewl bidin hemû zarokên Elbanî vegerînin welatê xwe ku jiyaneke bi rûmet destpê bikin.

Mark Xerîb, Balyozê  Abaniya li Urdin, Sûriye û Lubnanê, got, “Di rastiyê de zarokên me derdeserî dîtiye, ew çend sal in ku li vir in, bê ku bizanin ji bo çi li van kampan in, wan ne bixwe jiyana kampan  hilbijartiye, ne jî xwestine ku beşek bin li vê kampê, qet ne fikirîne ku li vir mezin bibin, ji ber vê hikûmeta Albaniya berdewam hemû hewlan dide û dixwaze zarokên di vê kampê de vegerîne, nahêlin ti welatiyek Abanî ji derveyî welatê xwe azarê bikêşe.”