Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Rojavayê Kurdistanê ji ber germahiya zêde hejmara zarokên nexweş roj bi roj zêdetir dibe.
Bijîşkên pispor hişyariyê didin malbatan û dibêjin, “Danê nîvro û piştî nîvro nehêlin ku zarokên we derkevin derve.”
Bijîşkê Pispor ê li Nexweşxaneya Zarokan Dr. Musena Ebdullah li ser mijarê got:
"Van demên dawî piştî ku pileyên germahiyê derketin ser 44an, hejmara zarokên ku tîrêja rojê li wan daye zêde bûye.
Her wiha ji ber xerabûna xwarinan a ji ber kêmbûna elektrîkê û nebûna ava paqij, nexweşiyên wekî iltîhaba rovî û jehrîbûnê zêde bûne.
Lê ya herî metirsîdar tîrêja rojê ye. Divê xelkê me zanibe ku ji saet 11:00ê berî nîvro heta 16:00ê piştî nîvro divê zarokên wan dernekevin derve.”
“Hejmar roj bi roj zêde dibe”
Dr. Musena Ebdullah ji malbatan xwest ku li hemberî vê rewşê tedbîrên pêwîst wergirin û wiha pê de çû:
“Berî her tiştî, divê malbat di vê heyamê de zêdetir şilemeniyan bidin zarokên xwe.
Eger wan hest pê kir ku laşê zarokên wan gelekî germ e, divê gelek av û şilemenî bidin wan û di demeke kurt de wan bigihînin nexweşxaneyê.
Niha rojane di navbera 200 û 250 zarokên nexweş serî li me didin.
Piraniya wan ji ber tîrêja rojê, iltîhaba rovî û jehrîbûnê tên.
Hejmar roj bi roj zêde dibe. Di rojên borî de ne li beşên kuwezê û ne jî li beşa çavdêriya hûr cih mabû.”
Li Rojavayê Kurdistanê 3 nexweşxaneyên taybet ên zarokan hene.
Ji bilî wê, li her nexweşxaneyeke giştî jî beşeke taybet a zarokan heye.
Li gorî berpirsan, di demsalên havîn û zivistanê de hejmara zarokên nexweş li van nexweşxaneyan zêde dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse