XARPÊT - Kaneke madenê herifî: Karkerek di bin de ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paloyê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê kaneke madenê herifî.

Hat ragihandin ku karker di bin axê de mane.

Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu li ser herifîna kana madenê daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyên destpêkê, 3 karker bi derfetên xwe rizgar bûne û ji bo rizgarkirina karkerekî jî xebat didomin.

Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu derbarê bûyerê di nirxandina xwe ya destpêkê de got:

“Tîmên me hewl didin bigihêjin welatiyê me yê ku di hundir de maye.

Tîmên me yên AFADê û yekîneyên me yên lêgerîn û rizgarkirinê li wir in.

Her wiha bi tîmên piştgiriyê yên ji derdorê jî xebat hatine destpêkirin.

Wan piştrast kiriye ku karkerek li hundir e û dê xebatên me bidomin.

Bi îfadeya kesên ku ji hundir rizgar bûne, em dizanin ku welatiyek li hundir maye.

Helbet em dê xebatên pêwîst bikin.”

Gelek tîmên rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.